Mazlûm Ebdî: Divê pêşî li plana guhertina demografiyê were girtin

Dewleta Tirk dixwaze li herêmên ku dagir kirine, bi lez û bez plana guhertina demografiyê bixe meriyetê.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bang li Emerîkayê kir ku pêşî li van planên dewleta Tirk a dagirker bigire.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, di hevpeyvînekê li gel Foreign Policy de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û planên guhertina demografiyê yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriye nirxand.

Ebdî destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk bi destûra Emerîkayê pêk hatiye û bang li Emerikayê kir ku ji bo li gorî lihevkirina agirbestê tevbigere, zextê li dewleta Tirk bike.

Ebdî teqez kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî mercên parastina kêm-netewan binpê dike û weha got:

Di sedsala 21’an de, divê Emerîka nehêle ku guhartina demografîk û nijadî pêk were.

Fermandarê giştî yê QSD”ê Mazlûm Ebdî:
Li gel Şamê danûstandinên me yên fermî çênebûne

Mazlûm Ebdî, der barê mijara koçberên Sûrî û danûstandinên bi hikumeta Sûrî re jî ji Sky News re axivî û teqez kir ku heya niha bi Şamê re danûstandinên fermî pêk nehatine.

Ebdî got, “Me tenê ji bo sekinandina li hember êrîşên dewleta Tirk, danûstandin kirine.”

Ji bo penaberên Sûrî jî Ebdî da zanîn ku ew amade ne hemû koçber û penaberên Sûrî yên li derve pêşwazî bikin.

Leave a Reply

Back to top button