Paqijiya etnîkî ya li Rojava di Rojeva Swêdê de ye

Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh paqijiya etnîkî ya ku dewleta Tirk dixwaze li Rojava pêk bîne, xist rojeva Parlamenta Swêdê.

Amîneh Kakabaveh êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakurê Sûriyeyê, koçberkirina pêkhateyên herêmê û paqijiya etnîkî, bi pêşnûme pirsekê xist rojeva Parlamena Swêdê.

Kakabaveh der barê pêşnûmeya xwe de ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyeyê gaveke erênî ye, lê belê ev têrê nake.

Kakabaveh diyar kir ku, divê dagirkeriya dewleta Tirk tim di rojevê de be û plana guhertina demografiyê ya dewleta Tirk ku hewl dide di dewsa pêkhateyên herêmê de malbatên çeteyan bi cîh bike, were astengkirin.

Parlamentera Swedî ragihand ku divê Swêd û Yekîtiya Ewrûpa li Bakûrê Sûriyê ji bo parastina sivîlan û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk hewldanên berbiçav bikin.

Ji aliyê din ve nivîskara sereke ya rojnameya UNT’ê Sakîne Madon jî di gotara xwe ya bi sernavê “Şerê Erdogan ê li dijî Kurdan rawestîne” ji Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî xwest ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bikevin nav hewldanan.

Leave a Reply

Back to top button