Artêşa nîştimanî ya Lîbî: Ezmanê Lîbya di bin kontrola me de ye

Artêşa nîştimanî ya Lîbî ragihand, ezmanê Lîbya di bin kontrolê de ye, û wan hejmark dronên tirkî anîne xwarê.

Berdevkê Artêşa nîştimanî ya Lîbî lîwa Ehmed El-Mismarî diyar kir ku lihevkirina hikûmeta Wîfaqê bi Erdogan re aloziya li lîbyayê kûrtir dike û metirsiyê li ser tevahiya herêmê çêdike.

El-Mismarî destnîşan kir ku di bin gefên terorê li ser herêmê de, gelek welat destekê didin artêşa nîştimanî ya Lîbî.

Ji aliyê xwe ve hikumeta Wîfaqê, artêşa nîştimanî bi pêkanîna êrîşeke fûzeyî li ser hin taxên Terablusa paytext, tawanbar dike.

Artêşa nîştimanî ya Lîbî ji 4’ê Nîsanê ve operasyonek li dijî hikumeta Wîfaqê daye destpêkirin û heta niha 39 dronên Tirkiyê, ku desteka terorîstan li lîbyayê dike, anîne xwarê.

Leave a Reply

Back to top button