Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh êvarî êrîş birin ser gundê Mehsenlî yê Minbicê .
Ji ber êrîşî du sivîl birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên koma “Mertala Firatê” ya artêşa Tirk a dagirker duh êvarê gundên Mihsenlî yê dikeve bakurê bajarê Minbicê gulebaran kirin.
Di encama êrîşê de du kes yek 42 salî û yê din 31 salî birnîndar bûn.
Birîndar li nexweşxaneyên bajêr têne dermankirin.
Li gorî agahiyan rewşa birîndarekî baş e lê yê din giran e.
Tevî dewriyeyên hevpar ên Tirkiyê û Koalîsyona Navdewletî li deverên di navbera eniyên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de jî, dîsa çeteyên Tirkiyê êrîşî gundên Minbicê dikin.