Çavdêriya Sûrî: DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên rejîmê yên li Dêra Zorê kirin

Şaneyeke veşartî ya DAIŞê, êrîşî nuqteyên rejîma Sûrî yên li Dêra Zorê kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh bi şev hejmareke çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hin cihên rejîma Sûrî li bejahiya Şola ya Dêra Zorê kirin.

Li gorî agahiyan, piştî êrîşê tevî bombebaranê di navbera her du aliyan de şerekî dijwar rû da.

Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê piştî êrîşê hin diverên di destê rejîmê de xistine bin kontrola xwe.

Navende Mijdara borî ragihandibû ku li Dêra Zorê tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê zêde bûye.

Leave a Reply

Back to top button