Berpirsê depoya genim a Şergirakê: Dagirker depo talan kir û 50 ton ceh şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker piştî talana depoyên li gundê Şergirakê, 50 ton ceh şewitandin û hin beşên depoyê jî rûxandin.
Berpirsên depoyê anîn ziman ku hin cihên depoyê hatiye boyaxkirin û ew guman dikin ku ev boyax bi jehr be.

Dewleta Tirk a dagirker 17’ê Cotmehê depoya Şergirakê ya 12 km dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê dagir kir.

Depoya Şergirakê ku li ser rêya M4 ya navneteweyî ye û dikare 120 hezar ton hilbigre, li kantona Girê Spî depoya herî mezin e.

Karkerên depoyê di 9’ê Kanûna 2019’an de bi navbeynkariya Rûsyayê ji bo kontrolkirinê çûn Şergirakê.

Berpirsyarê depoya genim Şêx Mihemed Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker depoya Şergirakê kir hedef û anî ziman ku navenda rêveberiya depoyê hatiye û cihê kontrola depoyê hatiye rûxandin û kabloyên elektrikê jî hatine qutkirin.

Şêx Mihemed Ebo da xuyakirin ku depoya binerd ku 50 ton ceh tê de bû jî, bi temamî hatiye şewitandin û gelek alavên wê hatine talankirin.

Berpirsê depoya genim a Şergirakê:
Em bi guman in ku boyaxa li depoyê dane bi jehr be

Her weha Şêx Mihemed Ebdo destnîşan kir ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê boyaxeke nû li dîwarên depoyê xistiye û ew guman dikin ku ev madeyeke bijehr be.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi dehan kamyonan çûbûn depoya Şergirakê û talan kiribûn.

Hêzên rêjîma Sûrî û Rusyayê kêmî 100 metreyan dûrî depoyê bi cîh bûne û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber çavên wan hêzan depo talan kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button