TEV-DEM`ê Cejna Êzî pîroz kir û got, “Em hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya yekitiya neteweyî ya Kurdistanê.”
Tevgera Civaka Demokratîk bi munasebeta Cejna Êzî ku dikeve 20’ê Kanûnê daxuyaniyek da û ev roj li hemû civaka Êzîdî, şervanên YJŞ, YBŞ û QSD’ê pîroz kir.
TEV-DEM’ê diyar kir ku ew hêvî dikin bi hatina Cejna Êzî re di nav gelên herêmê û Mezopotamyayê de aştî, aramî û biratî serwer be û ev roja pîroz yekîtiya netewî bi xwe re bîne.
TEV-DEM’ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku ji ber van êrîşan gelên herêmê û xelkên Êzîdî yên li Efrîn û Serê Kaniyê bi qirkirina etnîkî û xetereyan re rû bi rû ne.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di van êrîşan de cihên dîrokî û baweriyê yên Êzidiyan hatin talankirin, rûxandin û xwestin xelkê Êzîdî ji cih û warên wan koçber bikin.
TEV-DEM’ê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mafê mirovan kir ku li hemberî dagirkerî, sûcên şer û qirkirina etnîkî ku dewleta Tirk li dijî pêkhateyên herêmê dike, helwestê nîşan bidin