Şandeyek siyasî ya Danîmarkî serdana Qamişlo kir

Şandeyek ji koma Partiya Sorekeska Demokratîk a Danîmarkayê ji bo rewşa dawî ya li herêmê bişopîne hat bajarê Qamişlo.

Şandaye di bin serokatiya parlamentera Danîmarkî Sonder Gard Sorin de destpêkê çû serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ji rêveberên Daireya Têkîliyên Derve Abdulkarîm Umer, Ebîr Îleya, Abdulrehman Selman û Ranya Xelîl endamên şandeyê pêşwazî kirin.

Şandeya Danîmarkî di serdanê de der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî û rewşa dawî ya herêmê de agahî wergirt.

Şandeya Danîmarkî wê bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî re jî hevdîtinan pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button