
Çavkaniyekê ji bajarê Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku bermîla mazotê li bajêr di navbera 55 heta 60 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin û û kelûpelên xwarinê li bajar kêm bûne.
Piştî dagirkeriya dewleta Tirk şêniyên li bajarê Girê Spî tevî zilm û zordariya çeteyan di rewşa madî de jî zexmetiyên mezin dikşînin.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku çeteyan herêm dorpêç kiriye û ketin û derketina bajêr qedexe kirine.
Ji ber vê rewşê xwarin û sotemeniya li bajêr kêm bûye û bûhayê bermîleke mazotê bi qasî 55 û 60 hezar lîreyên Sûriyê ye.
Heman çavkaniyan diyar kir ku li bajêr nan jî kêm e û ji ber vê yekê heta ku gel ji firnan nan dikire zexmetiyên mezin dikşîne.
Her weha hat diyarkirin ku li bajêr bazarganî kêm bûye, gelek dikan hatine girtin û ev jî dihêlê ku bûhayê her tiştî zêde bibe.