Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî Eyn Îsayê bê navber didomîne. Îro jî gelek gundên Eyn Îsayê yên sivîl lê dijîn hatin topbarankirin.
Dewleta tirk a dagirker bajarokê Eyn Îsayê û derdora kampa Eyin Îsayê kû nêzî rêya M4 e bi hawan û obusan topbaran kir.
Li gorî çavkaniyên herêmê bi taybet herêma di navbera gundê Şergirak heta sewamaya Eyn Îsayê hedef tê girtin.
Îro di saetên nîvro de gundê Cehbê, Hoşan ê Eyin Îsa û gundê Şerfit El Cebel ya di navbera Eyn Îsa û Şerigrakê de û jî hat topbarankirin.
Di heman demê de balafirên kefşê yên artêşa dagirker li ser Eyn Îsayê digeriyan.