Pêvajoya rawestandina erka Trump dozger belge pêşkêşî dadgehê kirin

Senatoya Emerîkî li dijî mayîna Trump li ser erkê xwe dicive.
Beriya rûniştina senatoyê bi çend seatan Trump got, “Min ti şaştî nekirine, ez ê çawa ji erkê xwe dûr bikevim”.

Senatoya Emerîkî bi tewanbariya ku wezîfeya xwe xirab bikaraniye, ji bo Serokê Emerîkayê Trump ji wezîfeyê were girtin dicive.

Hat diyarkirin ku delîlên ku di pêvajoya hilbijartinê de ji derveyî welat bi awayekî dij qanûnî pere hatiye danîn, ji dadgehê re hatine pêşkêşkirin.

Tê diyarkirin ku ji karmendekî Ukraynayî milyonek dolar hatiye wergirtin û ji dozgerên New Yorkê Rebekah Donaleskî belgeyên vê pêşkêşî dadgehê kiriye.

Lê belê berî rûniştina senatoya Emerîkî, Trump li ser twîtterê bersîv da îdîayan û got,

Pêvajoya rawestandina erka Trump
Trump: Min ti şaştiyên ku ji erkê werim girtin nekirine

“Tevî ku min ti şaştî nekirine û ev tiştekî sosret e, ka kî bawer dike ku ez ê ji aliyê çepgirên radîkal û demokratên ku ti karî nakin ji erkê xwe werim avêtin.

Trump her weha diyar kir ku ji bo îdîa werin îspatkirin ti lekolîn nehatine kirin û ti sûcê wî nehatiye dîtin.

Eger ev sûc li ser Trump werin erêkirin wê bibe serokê çaremîn ê Emerîkî ku derdikeve pêşberî dadgehê û ji wezîfeyê tê girtin.

Leave a Reply

Back to top button