Misr: Ev tifaq qanûnên meclisa ewlehiyê binpê dike

Hikûmeta Misrê peyamek ji bo Meclisa Ewlehiyê re şand û diyar kir ku tifaqa di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Wîfaq ya Lîbyayê de qanûnên Meclisa Ewlehiyê binpê dike.

Misrê peyamek ji Meclisa Ewlehiyê re şand û diyar kir ku tifaqa dewleta Tirk û Hikûmet Libyayê Wîfaqê peymanên Meclisê û peymana El-Sixêrat a di navbera aliyên Lîbyayê de jî binpê dike.

Hikûmeta Misrê bang li Netewên Yekbûyî kir ku li gorî sînorê deryayî yê lihevkirina di navbera Enqere û Wîfaqê de tevnegere.

LIHEVKIRINA DEWLETA TIRK Û HIKÛMETA LÎBYAYÊ
SEROKÊ MISRÊ EL-SÎSÎ BI BI SEROKWEZÎRÊ BRÎTANYA JOHNSON RE AXIVÎ

Her wiha îro Serokê Misrê El-Sîsî bi riya telefonê bi serokwezîrê Brîtanya Johnson re axivî û têkildarî rewşa dawî ya Lîbyayê nîqaş kirin.

Herdu aliyan li ser pêwîstiya pêkanîna çareseriyeke siyasî giştî li Lîbyayê û şerê li dijî komên terorîst teqez kirin, tevî astengkirina destwerdanên aliyên derve di karûbarên Lîbyayê de.

Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Nîkolas Dindiyas jî tifaqa navbera Tirkiye û Wîfaqê de şermezar û got, li gorî Tifaqa Sixêratê diviyabû ev tifaqa ji aliyê parlamana Lîbî ve hatiba erêkêkirin, lê ev tişt pêk nehat.

LIHEVKIRINA DEWLETA TIRK Û HIKÛMETA LÎBYAYÊ
ERDOGAN: JI BO ŞANDINA LEŞKERAN LI LÎBYAYÊ, WÊ ŞANDEYEK TIRKÎ HERE RÛSYAYÊ

Ji aliyê xwe Erdogan ragihand ku wê demeke nêz de şandeyek Tirkî berê xwe bide Rûsyayê û mijara sereke ya çûyînê jî erêkirina şandina hêzên Tirkî li Lîbyayê ye.

Leave a Reply

Back to top button