Sunder Surin: ji ber êrîşên dewleta Tirk me serdana herêm kir

Şandeyek ji koma Partiya Sore-keska Demokratîk a Danîmarkayê ji bo rewşa dawî ya li herêmê bişopîne serdana bajarê Qamişlo kir. Endamê parlemantoya Danîmarkayê diyar kir ku wan bang li Tirkiyê kir da ku ji xaka Sûriyê derkeve.
Endamê parlemantoya Danîmarkayê Sunder Surin daxuyakirina ku ji ber êrîşên Tirkiya wan serdana herêmê kir da ku rewşê bişopînin.

Sunder Surin bibîrxist ku parlementoya denîmarke êrîşên Tirkiyê şermezar kiriye û ji Tirkiyê û alîgirên wê xwestiye ku ji suriyê vekişin.

Her wiha banga şandina hêzên navdewletî bi sponseriya NY’yê kir da ku sînorê Sûriyê – Tirkiyê ji êrîşan biparêze.

Endamê parlemantoya Danîmarkayê daxuyakirina ku şandina hêzeke leşkerî Danîmarkî divê di çarçoveya rewabûna navdewletî be.

Tê payîn ku şandeya Danîmarkayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên Kurdî re hevdîtinan bike.

Leave a Reply

Back to top button