Serokê Mala Gel a taxa Zorava: bê sedem rêjîmê “mala gel” girt

Rejîma Sûrî li cihê ku bersîvê bide bangên dîyalogê yên Kurdan, zextê xwe yên berê dubare dike. Hêzên Ewlekariya Leşkerî yên rejîma Sûriyê “Mala Gel” a li taxa Zorava ya Şamê girt.

REJÎMA SÛRÎ LI ŞAMÊ “MALA GEL” GIRT

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Hêzên Ewlekariya Leşkerî yên rejîma Sûriyê îro li Şamê bi ser “Mala Gel” a li taxa Zorava de girtin.

Şêniyên taxa Zorava ku piraniya wan Kurd in li dijî zextên rejîma Sûrî nerazîbûn nîşan dan.

 ZINAR ÎSMET: BÊ SEDEM RÊJÎMÊ “MALA GEL” GIRT, GEL JI BIRYARÊ BI HÊRS BÛNE

Serokê mala gel a taxa zorava ya şamê Zinar Îsmet jî ji televsiona me re axivî û wiha got:

Hêzên rejîmê bê ku serdemekê diyar bikin Mala Gel girtin.

Dema ku me pirsa sedemê wê kir, tenê gotin biryare.

Îsmet da zamîn ku gelê herêmê li dijî vê biryarê bi hêrs bûne û dixwazin rejîm ji van helwestên xwe vegerin.

Rêveberiya Xweser gelek caran diyar kiribû ku ji bo diyaloga bi rejîma Sûriyê re amade ne.

Lê belê rejîma Sûrî, heta niha li hemberî van bangan bersîveke erênî nedaye.

Leave a Reply

Back to top button