Balafirên artêşa dewleta Tirk herêma Biradost ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Li gorî ajansa Rojnewsê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmî girtine, balafirên şer ên artêşa Tirk Herêma Bradost a girêdayî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir.
Di encama êrîşê de agir bi gelek bax û baxçeyên gundiyên herêmê ketiye.
Her wiha tevgera balafirên dewleta Tirk piştî êrîşê jî li ser herêmê geriyan.