Meclisa Nûneran biryara dadgehkirina Trump qebûl kir

Meclîsa Nûneran a Emerîkî biryar da ku pêvajoya dûrxistina Trump a ji wezîfeyê dewam bike.
Di dengdana meclîsê de sûcdariyên ji bo wezîfeya xwe xirab bikaraniye û xebatên kongressê asteng kiriye hate qebûlkirin.
Li gorî vê yekê Trump di rojên pêş de wê derkeve pêşberî dadgeha senatoya Emerîkî.

Meclîsa Nûneran a Emerîkî der barê Serokê Emerîkî Donald Trump da biyar da ku pêvajoya dûrxistina Trump a ji wezîfeyê dewam bike.

Dengdana li ser mijarê doh pêk hat.

Di dengdanê de meclîsa nûneran biryar da ku Trump bi sedema ku wezîfeya xwe xirab bikaraniye û xebatên kongressê asteng kiriye derkeve pêşberî dadgehê.

Di dengdanê de biryara ku wezîfeya xwe xirab bikaraniye bi 230 dengên erê û 197 dengên na hatin qebûlkirin.

Biryara astengkirina xebatên kongresê jî bi 229 dengên erê û 198 dengên na hate qebûlkirin.

Piştî vê pêvajoyê li senatoyê niha wê pêvajoya darizandina Trump dest pê bike.

Li gorî agahiyan dema darizandina Trump hefteya bê wê diyar bibe.

Ji bo Trump ji wezîfeyê were dûrxistin divê ji 3’ê beş 2’yê senatoyê ango 67 senator ji bo vê yekê biryara erê bide.

Piştî biryarê Qesra Spî anî ziman ku ew bawer dikin, di darizandina senatoyê de Trump bê sûc derkeve.

Seroka meclisa nûneran Nancy Pilocy jî berî biryara meclîsa nûneran diyar kiribû ku Trump ji ber gefên li dijî ewlehiya netewî divê hesabê bide.

Di dîroka Emerîkî de Trump Serokê Emerîka yê 3’emîn e ku der heqê wî de biryara darizandinê tê dayîn.

Berî niha Andrew Johnson û Bill Clinton jî derketin pêşberî senatoyê, lê bêsûc hatibûn dîtin.

Leave a Reply

Back to top button