Li Şengalê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Asayîşa Êzidxanê li navenda Şengalê çeteyekî DAIŞ’ê girt. Piştî lêpirsînê çete radestî polîsên Iraqê hate kirin.

Asayîşa Êzidîxanê li ser agahdariya şêniyên herêmê li navenda Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.

Di encama operasyonê de çeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Yaqûb Xidir yê bi eslê xwe Tirkmen e hat girtin.

Asayîşê piştî lêpirsînê, çeteyê DAIŞ’ê radestî polîsên Iraqê kir.

Ji rêveberên Asayîşa Êzidîxanê Xalid Qasim têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ji bo parastina Şengalê çi pêwîst be ew ê bikin û erka xwe bi cih bînin.

Her wiha Qasim destnîşan kir kesên ku destê wan di xwîna Êzidiyan de heye wê werin cezakirin.

Di demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye ku berî demekê li Iraqê jî êrîş pêk hatin.

Leave a Reply

Back to top button