Rûspiyên Reqayê: Banga Memlûk, yekîtiya gel parçe dike

Rûpsiyên eşîrên Ereban li dijî banga Elî Memlûk ku xwestibû xwe ji QSD’ê vekişînin, nerazîbûn nîşan dan.
Rûsipiyan ev weke hewldana parçekirina yekîtiya gelan nirxandin.

Ji eşîra El-Merendiyê Şêx Hesûn El-Mernedî li dijî daxwaza Memlûkî nerazîbûn nîşan da û got,

“Ev nîşan dide ku rejîma Sûriyê hîn jî bi heşmendiya navendî ve girêdayî ye û naxweze aloziya Sûriyê bi dawî bibe.”

El-Merendî diyar kir ku QSD’ê ew rizgarkirine û wê zarokên xwe ji nava QSD’ê venekşînin.

El-Merendî destnîşan kir ku şêxên beşdarî civînê bûne jî nûnertiya wan nakin û ti mafê wan nîne ku der barê vê mijarê de biryarê bidin.

Şêxê eşîra El-Elî Şêx Remedan jî destnîşan kir ku banga Elî Memlûk yekîtiya gelê sûriyê perçe dike û di nava pekhateyan de fitneyê çêdike.

Rûspiyê eşîra El-Neyîm Îbrahîm Nûrî jî bibîrxist ku QSD’ê xak û mirovahiyî ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kir û ewlehî û aramî misoger kir û piştgiriya xwe diyar kir.

Şêxên Ereban bang li aliyên Sûriyê kirin ku li dijî artêşa Tirk yek helwest bin.

Serokê Neteweya Ewlekariya rejîma Sûriyê Elî Memlûkî 6’ê Kanûnê li Qamişlo bi hin eşîrên Ereb re civiyabû û bang li wan kiribû ku zarokên xwe ji nava QSD`ê vekişînin.

Leave a Reply

Back to top button