Partiyên Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker girîngiya yekîtiya netewî destnîşan dikin. Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Musa anî ziman ku di vê pêvajoya dîrokî de divê tevgera siyasî ya Kurd berpirsyariya xwe bi cîh bîne û yekîtiya xwe ava bike. Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan jî li dijî êrîşan banga yekîtiya neteweyî kir.FILM::
Sekretêrê Partiya Çepgir Kurd ê Sûriyê Mihemed Musa der barê yekîtiya kurdî ji ANAH’yê re axivî.
Musa destnîşan kir ku divê partî nakokiyên navxweyî deynin milekî û ji bo yekîtiya netewî ya Kurd bikevin nav hewldanan.
Mihemed Musa destnîşan kir ku gelê Kurd di pevajoyeke hestyar re derbas dibe û di vê dema ku çarenûsa gelê Kurd tê diyarkirin de, divê partiyên siyasî yên Kurd berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û yekîtiya netewî ava bikin.
Hewldanên yekîtiya Kurdî
PADÊ: Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, divê em bibin yek
Ji aliyê din ve Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga yekîtiya neteweyî li Kurdan kir..
PADÊ têkildarî êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:
“Em dikarin bi tifaq û diplomasiyê li destketiyên Êzîdiyan xwedî derkevin.
Me saleka bi êş derbas kir. Êrîşên li ser Şengalê û li ser gelê me yê Rojava li ber çavan in.
Bi vê helkeftê em bang dikin ku sala 2020’an bikin sala hevgirtin, tifaq û bikin sala azadiyê.”