Luqman Ehmê: Bêdengî, hevkariya qirkirinên dewleta Tirk e

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Luqman Ehmê got ku yên li pêşberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng dimînin hevparê van sûcan in. 

Berdevkê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî Luqman Ehmê der barê qirkirina etnîkî, guhertina demografîk û sûcên şer ên dewleta Tirk de ji ANF re axivî.

Luqman Ehmê bi bîr xist, ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Serê Kanî û Girê Spî bi sedan sivîl hatin kuştin û zêdeyî 300 hezar sivîl jî ji neçarî koçber bûn.

Luqman Ehmê diyar kir ku li Girê Spî û Serê Kaniyê çeteyên dewleta Tirk malên sivîlan talan dikin û weha got:

“Sivîlên ku vedigerin herêmê, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên kuştin û dîmenên wan ji malbatên wan re dişînin.”

Ehmê bi bîr xist ku qirkirina etnîkî û guhertina demografîk a ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî dike, li gorî qanûnên navneteweyî sûcên şer in.

Luqman Ehme bal kişand ser bêdêngiya li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk û got, “Yên li pêşberî van sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng dimînin, hevparê van sûcan in.”

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Luqman Ehmê teqez kir ku der barê sûcên dewleta Tirk de di destê wan de belge hene û van belgeyan pêşkêşî saziyên mafên mirovan dikin.

Leave a Reply

Back to top button