Endamên kongress a Emerîkî banga lêpirsînê bikaranîna çekên kîmawî ya dewleta Tirk kir

Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li Bakûrê Sûrî bikeve rojave kongressa Emerîkî.
Komeke endamên Kongress a Emerîkî nameyek ji nûnerê taybet yê Sûriyê James Jeffrey re şand.

Di nameyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk li dijî sivilên li Bakûrê Sûrî çeka kîmyewî ya fosfora spî bikaraniye û destnîşan kirin ku ev sûcekî şer e.

Di nameyê de, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPWC) hat rexnekirin ku piştî êrîşên dewleta Tirk bi rojekê, rêxistinê 30 hezar euro ji dewleta Tirk wergirtibû.

Endamên Kongressê di nameyê de, ji Jeffrey xwestin ku mijarê baş bişopînin û wan agahdar bikin.

Her weha bang li wezareta derve ya Emerîkî jî kirin ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsîneke giştî û pir-alî bide destpêkirin.

Endamên Kongressê anîn ziman ku hîna delîlên bikaranîna fisfora spî li Hewlêrê hene û divê bilez werin şopandin, ji ber bi demê re bandora wan namîne.

 

Leave a Reply

Back to top button