Saziyên civaka Êzîdî cejna Êzî pîroz kirin “bi wesîlaya cejna Êzî yekîtî û têkoşînê xurt bikin”

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewrûpayê bi daxuyaniyeke hevbeş cejna Êzî pîroz kirin û bang li civaka Êzîdî kirin ku yekîtî, têkoşîn û rêxistinbûna xwe xurt bikin.

Bi wesîleya Cejan Êzî sazî û meclîsên civaka Êzîdî yên li Ewrûpayê daxuyaniyek hevbeş weşandin û ev roj li tevahî civaka Êzîdî, mirovahiyê û cangoriyên 73 fermanên Êzîdî pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku çanda Êzîdî bi taybet jî li derveyî welat bi tinebûnê re rû bi rû ye û ji civaka Êzîdî xwestin ku li ser hîmê tifaq û yekitiyê xwedî li çanda xwe derkeve.

Sazî û meclîsên Êzîdî bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Şengal û Rojava û destnîşankirin ku bêdengiya civakê ya li hemberî êrîş û sûcên şer metirsiyeke mezin ava dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Cejna Êzî wê li bajarên Ewrûpayê were pîrozkirin û di dawiyê de weha hat gotin:

“Divê civaka Êzîdî bi avakirina tifaqa hundirîn xwedî li nasnameya xwe derkeve li beramberî siyaseta qirêj civaka xwe biparêze. Em bang li tevahiya gelê xwe û dostên civaka xwe dikin ku bi giyana seferberiyê tevlî pîrozbahiyên Cejna Êzî bibin û têkoşîna azadiyê bilind bikin.”

Leave a Reply

Back to top button