Fermandarên Emerîka û Rûsya li paytexta Bern a Swîsre civiyan

Fermandarên giştî yê Emerîka û Rûsyayê li paytexta Îsvîçre Berenê ji bo rewşa dawî ya li Sûrî hevdîtinek pêk anîn.

Fermandarên giştî yê Emerîka Mark Milley û Fermandarê giştî yê Rûsyayê Valeri Gerasimov li paytexta Îsvîçre Bernê doh hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtina herdu fermandaran de, rewşa Sûrî hate nirxandin.

Wezareta parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandaran li ser stratejiya aramiyê û qazeyên leşkerî ku herêmê berê pêk hatibûn rawestiyan e.

Wezareta Rûsî hevdîtin erênî nirxand.

Berdevkê fermandariya giştî ya Emerîkayê jî hevdîtin piştrast kir û got,

Herdu fermandar ji bo pêşî li hesabên şaş bigrin li hev civiyan e û di vê mijarê de li hev kirine.

Li vir jî ew dimenê konvoya Emerîkî û Rûsî dema di ber hev re derbas dibin dikarî bikar bênî.

Rûsya û Emerîka bi hêza xwe ya leşkerî ve li Sûriyê ne û ji bo pêşî li bûyerên gengaz yên di operasyonan de bigirin, xwedî pêwendiyên taybet in.

Leave a Reply

Back to top button