Şervanê QSD’ê Ebdulezîz Mehmûd li Reqayê ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şehîdê berxwedana rûmetê Ebdulezîz Mehmûd oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Ebdulezîz Mehmûd bi nasnav Moro Reqa ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû li Reqayê bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Reqayê ji bo merasîmê li goristana Hikûmiyê kom bûn.

Piştî merasîma leşkerî li ser navê Rêveberiya Jinan a Reqayê û Meclisa Leşkerî ya Reqayê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û berxwedana şervanên QSD’ê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hat silavkirin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Moro Reqa bi slogan û tililiyên dayikan hat oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button