Balafirên artêşa Tirk a dagirker Qendîl û herêmên Biradost û Wertê yên Hewlêrê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk Binarê Qendîlê û herêmên Biradost û Rewandizê yê girêdayî Hewlêrê bombebaran kirin.

Li gorî ajansa Rojnewsê, piştî saetên nîvro balafirên şer ên dewleta Tirk çend deverên herêma Biradost ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan gundên Mêrgerîş û Mêrgemîr ên herêma Biradostê hatin bombebaran kirin.

Di encamê de bax û zeviyên xelkê herêmê ziyanek mezin dît.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li herêmê heta niha zêdetirî 18 gund vala bûne.

Balafirên şer ên artêşa Tirk li Binarê Qendîlê jî gundên bi navê Welatukan, Sêwês, Şêxan û Xuranî bombebaran kirin.

Ji ber bombebaran dewam dikir, encamê wê nehate zanîn.

Ji aliyê din ve balafirên şer ên artêşa Tirk herêmên bajaroka Wertê ya girêdayî herêma Rewandizê ya Hewlêrê jî bombebaran kirin.

Hat diyarkirin ku li dijî gundên Qube Serdaran, Çiyayê Direbî, Gorî Qelatî û Kospî Keretî bombebaran pêk hatiye, lê belê encamê êrîşê nehate zanîn.

Leave a Reply

Back to top button