FEDA: Komkujiya Mereşê dewam dike

Federasyona Elewiyan a Demokratîk-FEDA’yê bi munasebeta salvegera komkujiya Mereşê daxuyaniyek da û diyar kir ku têgihiştina komkujiyê îro jî dewam dike.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bibîrxist ku komkujiya Mereşê ku 19’ê Kanûna 1978’an de dest pê kir, ji bo koçberkirina Kurdên Elewî û guhertina demografiya herêmê pêk hat û ev têhigiştin îro jî dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Komkujiya Mereşê piştî Komkujiya Dersimê yek ji hovîtiya mezin a li dijî Kurdên Elewî ye û ev komkujî li dijî gel û baweriyan veguherî polîtîkayeke dewletê ya demdirêj.

FEDA’yê destnîşan kir ku di desthilatdariya AKP’ê de gef û înkara dewletê ya li dijî Elewiyan dewam dike û ev metirsiyên nû bi xwe re tîne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku heta niha berpirsyarên vê komkujiyê nehatine cezakirin û got, “Ev komkujî belgeyeke dîrokî ya rûyê bi xwîn a komarê ye.”

FEDA’yê qurbaniyên komkujiya Mereşê bi bîr anî û destnîşan kir ku li dijî zilmê wê ti carî dest ji rêya xwe ya rast bernedin.

Leave a Reply

Back to top button