DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTIN Û GUHERTINA DEMOGRAFIYAYÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirinên xwe ji kuştin, revandin, êşkence û guhartina demografîk li Efrînê didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca qirkirinê, polîtîkayên asîmîlekirinê ango ferzkirina ziman, çand û rêbazên xwe yên jiyanî li ser gel didin meşandin

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê pinpêkirinên xwe yên rojane der heqê sivîlên Efrînê de didomîne.

Polîtîkayên tirkkirinê ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dimeşîne, di gelek cihan de eşkere dibin.

Hêzên dagirker piştî ku Efrîn dagirker kir, al û sembolên Tirkan li ser avahî û saziyan hildan.

Her wiha navên sazî û navendên xizmetguzariyê ya ku bi zimanê kurdî kirin bi zimanê tirkî.

Her wiha dagirkeran materyalên kurdî ji dibistanan rakirin û li şûna wê materyalên bi zimanê tirkî ferz kirin.

Çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku dewleta tirk çavdêriya ezmûnên amadehî yên xwendekarên Efrînê dike.

Her wiha kaxizên ezmûnan dişîne Kilîsê û mohra Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Tirkiyeyê lê dide ji ber ku Efrîn wek herêmeke girêdayî Hatayê dibîne.

Her wiha çerxerêya qada sereke li bajarê Efrînê hatin guhertin.

Peykere Kawayê Hesinkar hate wêrankirin û navê Çerxerêya Kawa guhertin û kirin “Çerxerêya Şaxê Zeytûnê.

Her wiha navê Çerxerêya Wetanî guhertin û kirin Çerxerêya Recep Tayyîb Erdogan û navê kolana El-Tilel bi kolana Atr=gel re hate guhertin.

Her wiha navên gelek gundan veguherandin navên tirkî.

Guhartian demografî li Efrînê didome.

Bi sedan malbatên ku ji Xûta û Qelemûn ên gundewarên Şamê li gundên navçeya Raco û Cindirêsê bi cih kirin û nahêlin şêniyên kantonê yên resen vegerin malên xwe.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 80 malbatên ji gundewarên Hums û Hemayê li herêma Xirabê Şera bi cih kirine.

 

Leave a Reply

Back to top button