Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ya şaxê Dêrikê panelek li dar xist

Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ya şaxê Dêrikê panelek li dar xist ku tê de têkildarî yekrêziya Kurdî û geşedanên dawîn li Sûriyê û Rojava nîqaş hat kirin.

Penela ku li bajarê Dêrikê ya girêdayî kanotona Qamişlo pêk hat, bi dehan rewşenbîrên Dêrikê, Girkê Legê û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Endamê buroya siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Xebat Mihemed, nivîskar û endamê Yekîtiya Rewşenbîran Diyab Hec Cemîl û endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Nayîf Hesen axivîn.

Kesên axivîn behsa destpêka tevgera gelên li Sûriyê kir û çawa ji xeta xwe ya rast derketiye.

Her wiha hat diyarkirin ku di vê pêvajoya hesas de yekîtiya netewî armanca serke ya gelê Kurd e.

Kesên aixivîn gotin ku divê partiyên siyasî li ser masayekê rûnin û nakokiyên partiyetî deynin aliyekê û destkeftiyên gelê kurd biparêzin û bigihînin qadên navdewletî.

Leave a Reply

Back to top button