Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî herêmên başûrê rêya M4 kirin, ev êrîş ji aliyê şervanên QSD û hêzên rejîmê ve hate şkandin.
Artêşa Tirk bi hevkeriya çeteyên xwe ji gundê Qenterî yê 15 km dikeve başûrê bajarokê Silûkê û 10 km bakurê Eyn Îsayê êrîşî herêmên başûrê rêya M4 kirin.
Şervanên QSD û hêzên rejîmê bersiva êrîşan dan û artêşa Tirk û çeteyên wê neçar kirin ku paş de vekişin.