Mezlûm Ebdî: Divê dem vala neçe, yekîtî pêwîst e

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi nûnerên hejmarek partiyên Kurd yên Rojavayê kurdistanê re civiya. Di hevdîtinê de rewşa dawî ya li herêm û girîngiya yekrêziya kurdî ya di rewşa heyî de hate nîqaşkirin. Fermandar Mazlûm jî li ser rewşa li herêmê agahî da nûnerên partiyan.

Hevdîtinên yekrêziya Kurdî
Eermandar Mezlûm Ebdî bi partiyan re civiya

Di çarçoveya insiyatîfa QSD’ê ya ji bo yekrêziya Kurdî, Fermandrê Giştî yê QSD’ê bi hejmarek partiyên Kurdî re civiya..

Berpirsên partiyên Hevbendiya Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Pêşverû û Yekîtiya Kurdistanî, bi Mazlûm Ebdî û rayedarên QSD’ê re rûniştin..

Êrîşên Dewleta Tirk, girîngiya Yekîtiya Neteweyî û rola erênî ya QSD’ê mijarên sereke yên civatê bûn ..

Berî çend rojan, Mazlûm Ebdî ragihandibû ku, “Wê di demên pêş de, gavên erênî ji bo avakirina baweriyê werin avêtin”.

Mezlûm Ebdî: Divê dem vala neçe, yekîtî pêwîst e

Ebdî bi amadebûna partiyên navborî destnîşan kir ku ” Divê dem êdî vala neçe û ti kes pişta xwe nede aliyên derve. Ya girîng bighêjin hevgiritinekê û yekîtiya xwe ava bikin”.

Berî 2 rojan jî, Desteya Hindirîn a Rêveberiya Xweser ragihand ku, ” ENKS bêyî erêkirineke ewlehî dikare dest bi xebatên xwe yên siyasî bike û hemû dozên li ser kesayetên wan ên derve hatine rakirin, tên sekinandin”.

Rêveberiyê teqez kir ku, “ev gav ji bo avakirina baweriyê navbera wan û ENKS’ê de ye”.

Li gorî çavkaniyan, Fermandarê QSD’ê berî niha bi gelek aliyên Kurdî û di nav de ENKS’ê re civiyaye û ji bo derketina helwesteke hevbeş, xebat didomin.

Lez û beza van danûstandinan hemwextî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê pêk tên ku gelê Kurd di qonaxaeke xeter re derbas dibe.

Leave a Reply

Back to top button