Artêşa Lîbyayê 3 roj ji bo vekişîna çekdarên qîfaqê, da

Artêşa Lîbyayê ragihand wan depoyên çekên Tirkiyê hedef girtiye û ji bo vekişîna çekdarên Wîfaqê, 3 roj destnîşan kiriye.

Artêşa Libyayê da zanîn ku, di encama operasyonên cuda de, hin depoyên ku çekên dewleta Tirk tê de bûn, rûxandin.

Hat diyarkirin ku teqînên di nava cebilxaneyê de çêbûne, cihên çekên Tirkiyê eşkere dike.

Artêşê bi daxuyaniyekê bang li zanyar û aqilmendên Misrata kir ku berjwendî û ewlehiya bajar li ber çavan bigirin û zarokên xwe ji nav çekdarên Serac vekişînin.”

Şerê Lîbyayê
“Leşkerên Tirk li Lîbyayê şer dikin”

Ji aliyê din ve çavkaniyeke leşkerî jî ji Sputnîkê re ragihand ku wan bi çavên xwe leşkerên Tirk di nava refên çekdarên Terablusê de dîtiye û got:

Ew leşker weke sekvan û tîmên serdegirtinê tevdigerin.

Weke bersiv, Erdogan jî dev avêt Rûsyayê û got:

Em nikarin der barê “çeteyên Rûsyayê” yên hevkariya Hefter dikin, bêdeng bimînin.

Neteweyên Yekbûyî:
Divê destwerdana derve ji bo Lîbyayê raweste

Her wiha şandeya NY li ser Twittera xwe diyar kir ku, “Divê destwerdana derve ango Tirkiyê were rawestandin û êdî jiyana sivîlan nekeve metirsiyê”..

12 Kanûnê, Artêşa Neteweyî ji bo kontrolkirina paytexta Lîbyayê dest bi operasyonekê kir û heta niha gelek gav avêtiye.

Leave a Reply

Back to top button