Dewleta Tirk a dagirker li derdora depoya Şergirakê ya li bakurê navçeya Eyn Îsayê tevgera xwe ya leşkerî zêde dike.
Li herêma derdora Eyn Îsayê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe bê navber didomînin û hewl didin herêmên ku dagir kirine berfireh bikin.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê liv û tevgera leşkerên dewleta Tirk a dagirker li derodora depoya Şergirakê ya navçeya Eyn Îsayê ya 100 merteyan dûrî rêya M4 şopand.
Di dîmenan de diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker li herêma li ser rêya Hesekê-Heleb ya di navbera navçeya Eyn Îsayê li gundên ku dagir kirine alên xwe danîne.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker
QSD û rêjîmê êrîşa li ser riya M4 têk birin
Ji aliyê din ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Qenterî yê 15 km dikeve başûrê bajarokê Silûkê û 10 km li bakurê Eyn Îsayê ye êrişî herêmên li ser rêya M4 kirin.
Lê belê Şervanên QSD û hêzên rejîmê bersiva êrişan dan û artêşa Tirk û çeteyên wê neçar kirin ku paş de vekişin.