25 çete û malbatên wan li kampên li Sûriyê wergirt

Wezareta Ewlekariyê ya Bosna-Hersekê ragihand ku wan 25 çete û malbatê wan li kampê Sûriyê Wergirtine anîne paytext Bosnahersekê.

Wezareta Ewlekariyê ya Bosna-Hersekê bi daxuyaniyeke ragihand ku 12 zarok 6 jin jî di nav de wan 25 DAIŞ’î li kampê Sûrî anîne paytext Saraybosnayê.

Her wiha wezaretê di daxuyanixa xwe de diyardike ku wan 7 kesên bi tevlîbûna li nava rêxistinên çete yên li Sûriye û Iraqê tên sûcdarkirin sewqî dozgeriyê kirine.

Tê texmînkirin ku hejmara kesên di navbera salên 2012 û 2016’an de ji Bosna-Herkesê ji bo tevlî DAÎŞ’ê û rêxistinên din ên çete bibin çûn Sûriye û Iraqê derdora 300 kesî ye. Nîvê wan jî mêr ên bi temen in û derdora 80 kes jî zarok in.

Leave a Reply

Back to top button