QSD: Dewleta Tirk gundên Serê Kaniyê topbaran kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên roja 71`an ji şer û berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serê Kaniyê bi çekên giran êrişî gelek deverên sivîl kirin û hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê,

Artêşa Tirk gundê Mişrefa û derdora wê bi obus û tankan topbaran kir.

Di encama êrîşê de mal û milkên sivîlan ziyaneke mezin dît.

Her wiha gundên Um El-Îşba, Til Hermel û El-Esediyê jî bi dijwarî hatin topbarankirin.

Navenda QSD’ê diyar kir ku di daxuyaniyê doh de gundê Mişêrfê weke girêdayî Amûdê hatibû nîşandan, lê belê ev gund girêdayî Serêkaniyê ye.

QSD’ê ji bo vê şaştiyê lêborîn xwest.

Leave a Reply

Back to top button