Artêşa Hikûmeta Şamê ragihand ku ew xwe amade dikin da ku êrişeke dijber li dijî komên çete bidin destpêkirin.
Li gor wê, vê gavê ew hêza xwe didin ser hev da ku karibin herêman ji destê çeteyan vegerînin.
Fermandariya Artêşa Hikûmeta Şamê diyar kir ku hêzên wan li ser dirêjahiya 100 KM bersivê didin êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra.
Li gor daxuyaniya artêşê, hêzên wan xwe ji nû ve bi cih dikin da ku bersiveke dijber bidin çeteyan.
Her wekî dibêje ku çete çend taxên Helebê desteser kirine û vê gavê ew li benda destekeke leşkerî ne da ku wan taxa rizgar bikin.



