Partiya Sûriye ya Pêşerojê li ser Koçberiyê forumek pêk anî

Partiya Sûriyê ya Pêşêrojê li navçeya Şedadê bi sernavê “Koçberî û Koçberiya Bizorê” forûma diyalogê li dar xist.

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li buroya xwe ya li navçeya Şedadê bi beşdariya bi dehan endamên partî û şêniyên bajêr forûma diyalogê li dar xist.

Rêveberê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya kantona Cizîrê Ehmed El-Eseed di forûmê de bal kişand ser êrîşên dagirker yên li herêmê û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo planên xwe pêk bîne koçberiyê weke gefekê bikartîne.

El-Eseed diyar kir ku ji ber êrîşan bi sed hezaran kes bi zorê ji cih û warên xwe koç kirine, lê tevî vê yekê dewletên cîhanê li hemberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng dimînin.

El-Eseed anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze di dewsa gelê resen de çeteyên xwe bi cîh bike û weha got:

“Komkujî û hemû binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku guhertina demografiya herêmê pêk tên.”

Di dawiya forûmê de li ser jiyana siyasetmedar Hevrîn Xelef û xebata wê belgefîlmek hat nîşandan.

Leave a Reply

Back to top button