Konsolosê Brîtanya: Li Sûriyê kurd bûn qurbanê gaza jehrî

Konsolosê Brîtanya yê li herêma Başûrê Kurdistanê, ji Helebçeyê ragihand ku carek din sivîlên Kurd li Suriyê bûne qûrbanê çekên kîmyewî.

Konsolosê Brîtanya yê li Başûrê Kurdistanê Ceymis Sarinton çû serdana bajarê Helebçe û daxuyaniyek çapemeniyê da.

Konsolosê Brîtanya dijî kîmyabarana Helebçe ku di dema rêjîma Sedam Hisên de pêk hatibû nerazîbûna xwe anî ziman.

Ceymis Sarinton diyar kir ku Kurd li Suriyê jî bi destê dewleta Tirk bûne qûrbanê gaza kîmyewî û bibîrxist ku Brîtanya bikaranîna çeka fosfor ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kiriye.

Konsolosê Brîtanya yê li Başûrê Kurdistanê Ceymis Sarinton diyar kir ku weke Brîtanyayê, ji bo ku hemû karên bi vî awayî rawestin û xebatên xwe dewam bikin.

Leave a Reply

Back to top button