Cenazeyê Ferhadê 14 salî ê kolber piştî 4 rojan hate dîtin

Piştî lêgerîna çar rojan, cenazeyê zarokê 14 salî ku li herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê kolbertî dikir, hat dîtin.

Cenazeyê zarokê 14 salî ê bi navê Ferhad Xusrewî ku kolbertiyê dikir, li herêma Ginaw a herêma Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin.

Li gorî ajansa Kolbernewsê, cenazeyê zarokê bi navê Ferhad Xusrewî bi alîkariya welatiyan li çiyayê Mile hatiye dîtin.

Beriya çar rojan Ferhadê 14 salî bi komek kolber re, ji ber barîna berfa zêde tevî birayê xwe yê bi navê Azad winda bibûn.

Cenazeyê Azad piştî bûyerê bi rojekê hat dîtin, lê ji bo cenazeyê Ferhad bibînin ev 4 roj bûn bi sedan kes di nava liv û tevgerê de bûn.

Hat diyarkirin ku cenazeyê Ferhad ber bi bajarê Merîwan ve tê oxir kirin.

Leave a Reply

Back to top button