Şerê li Heleb di roja 5’an de ye.
Çeteyan çend taxên din li Helebê kontorl kirin.
Li gundewarê bakurê Hemayê jî bi hêzên Şamê re dinava şer de ne.
Di roja 5’an ji êrişên Heyet Tehrîr El-Şam li dijî Helebê pêş dikevin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Ji 27’ê Mijdarê û heta îro li Heleb û Idlibê nêzîka 400 kes hatine kuştin.
Çeteyan li Helebê gelek tax û saziyên hikumetê yên din kontorl kirin.
Her wiha çeteyan piştî ku duh parêzgeha Idlibê û gundê wê kontorl kirin berê xwe dan Hemayê.
Niha li gundewarê bakurê Hemayê şerê heye.
Hêzên hikumeta Şamê eniya li bakurê Hemayê bi hêz tir kir.
Şamê karwanekî ji leşkerên Firqeya 25’an yên li beyara Husmsê li eniyên li Hemayê bicihkirin.
Her wiha çend gundên ku ketibûn destê çeteyên El-Nusra vegerandin.



