Koordînatora”NY”Ûrsûla Mûeller: Tirkiye krîza mirovî kûrtir dike

Koordînatora Rewşa Lezgîn a Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Ûrsûla Mûeller diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên li herêmê rê li ber krîzên mezin yên mirovî vedike.

Koordînatora Konseya Ewlekariya NY Ûrsûla Mûeller têkildarî krîza mirovî ya li Sûriyeyê axivî û got, “Êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîzên mirovî kûrtir dike.”

Mûeller diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên çete nêzî 200 hezar mirov ji cih û warên xwe koçber bûne û weha anî ziman:

“Di demên dawî de her çendî şer kêm jî bûbe, li van herêman krîzên cidî yên mirovî dewam dikin.

Zêdetirî 70 hezar kesên ji cihên xwe bûne, çûne Reqa, Hesekê û Helebê, dîsa 17 hezar jî neçar mane derbasî Iraqê bibin.

Mûeller diyar kir ku hîna pêwîstiya milyonek 800 hezar kesan bi alîkariyê heye û ji ber şer û êrîşên dewleta Tirk alîkarî nagihêje gelek herêman.

Her wiha Muller bibîr xist ku eger operasyon pêk nehatiba wê rewşa mirovî ewqas giran nebûba.

Ûrsûla Mûeller her weha bal kişand ser kampa holê ya malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê dimînin û diyar kir ku divê dewletên biyanî welatiyên xwe yên li vir bigirin.

Leave a Reply

Back to top button