Şêniyên Idlibê ji ber dewleta Tirk li dijî êrîşên rêjîma Sûrî û Rûsyayê bêdeng dimîne nerazîbûn nîşan dan.
Bi sedan şêniyên bajarokê Sermeda û gundewarên wê berê xwe dan Deriyê Sînor yê Bab El-Hewa û dewleta Tirk şermezar kirin.
Li bajarokê Sermeda yê Idlibê vê sibê bi tevlîbûna sedan kesan li dijî polîtîkayên dewleta Tirk xwepêşandanek hate lidarxistin.
Xwepêşandêran bêdengiya dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ev weke lihevkirineke nû ya di navbera her du aliyan de bi nav kirin.
Dîmenên xwepêşandêrên ku berê xwe didin Deriyê Sînor yê Bab El-Hewayê di torên civakî de hatin belavkirin.
Lê çeteyên Heyit Tehrîr El-Şam ji bo ku xwepêşander derbasî dergeha Bab El-Hewa nebin, dîwarên çêkirî danîn û rê li pêşiya wan girt.
Xwepêşander hewl dan dîwarê deriyê sînor bidin aliyekî û derbas bibin, lê belê çeteyan gulle berdan hewayê û wan asteng kirin.
Çeteyên Heyit Tehrîr El-Şam hejmarek ji çalakvanan jî binçavkirin.