Li Stenbolê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd û dostên wan daketin qadan.
Polîsan êrîşî çalegeran kirin û gelek kes hatin binçavkirin.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Heleb û Rojavayê Kurdistanê li navçeya Şîşhane li hev civiyan.
polîstên dewleta tirk a dagirker vê yekê hezim nekirin û êrişê çalegeran kirin
Gelek kesên ku parlementerên DEM Partî jî di nav de bûn ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Tevî hemû êriş û binçavkirinan jî girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Zext nikarin me biçewisînin” ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşiyan.
Polîsan êrişî girseya ji derveyî dorpêçê ku vê pêkanîna keyfî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” şermezar kirin, kir û gelek kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin.



