Şandeyek ji MSD’ê li Romayê serdana Vatîkanê kir

Têkildarî rewşa li Sûriyê û dagirkeriya Tirk li herêmê, şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Romayê serdana Wezîrê Derve yê Vatîkanê kir.

Şandeya MSD’ê ku ji Hevserokê MSD’ê Riyad Derar û seroka Desteya rêveber ya MSD’ê Îlham Ehmed pêk dihat ji aliyê Wezîrê Derve yê Vatîkanê “Pol Rêdşard Glagar” ve hat pêşwazîkirin.

Di rûniştinê de herdu aliyan kirîza mirovî ku di encama êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Bakurê Sûriyê pêk hat, nîqaş kirin.

Şandeya MSD’ê rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên dewleta Tirk li ser herêmê bi Wezîrê Derve yê Vatîkanê re dan xwiyakirin.

Şandeya MSD’ê ji bo çareseriyeke giştî li Sûriyê pêwîstiya berşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser di prosesên çareseriyê de teqez kir.

Her wiha Şandeyê ji Wezîrê Derve yê Vatîkanê re behsa tecrûbeya Rêveberiya Xweser ya parastina kêmnetewan û tecrûbeya wê ya demokratîk li Sûriyê kirin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Vatîkanê “Pol Rêdşard Glagar” kêfxweşiya xwe ji bo serdanê anî ziman û soza piştgiriyê ji bo daxwazên Şandeya MSD’ê da.

Leave a Reply

Back to top button