Rûsya û Çînê biryara derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo bakurê Sûrî têk bir

Li Konseya Ewlekariya Navdewletî Rûsya û Çînê biryara derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Bakurê Sûrî têk birin û Veto bi kar anîn.

Ji rewşa li Sûriyê, bi taybet rewşa mirovî, Konseya Ewlekariya Navdewletî îro civiya.

Di civînê de Almanya, Belcîka û Kuwêtê biryara derbaskirina alîkariyên mirovî bi riya 3 dergehên ser sînorê Sûriyê bi Tirkiye û Iraqê re pêşinyar kir.

Lê ev pêşinyar rastî mafê Veto ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat.

Pêşinyara hersê welatên navborî ew bû ku ew ev alîkarî bi riya sê dergehan re derbasî Sûriyê bibin, bêyî ku di bin destên rejîmê re derbas bibin.

Li aliyekî din biryara projeya Rûsyayê jî ya derbaskirina alîkariyan ji bo Bakurê Sûriyê bibin ket.

Biryara Rûsyayê ku rastî 6 dengên Na hat, dixwest ku ev alkîarî tenê di du dergehan re bên û bi hevahingiya bi rejîmê re be.

Leave a Reply

Back to top button