Berdevkê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed El-Mismarî deverên daketina esmanî ya leşkerên Tirk eşkere kirin û soz bersiveke xurt li dijî wan nîşan da.
Lîwa Ehmed El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk berî niha komên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê veguhestin Lîbyayê, lê bi bin ketin.
El-Mismarî da zanîn ku dewleta Tirk hewil dide ku Misratayê wekî navendeke hawayî û deryayê ji bo leşkerên xwe bi kar bîne.
Her wiha bendera Xemis a sivîl û balafirxaneya Miêtîqa û bendera Terablusê ji bo pêşwazîkirina hêzên Tirkiyê bi kar bîne.
Berdevkê artêşa Wetenî ragihand ku ger operasyoneke daketinê ya leşkerên Tirk pêk were ew ê rastî bersvieke tund werin.
Berdevkê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed El-Mismarî anî ziman ku hêzên wan yên hawayî tevahî herêmê dişopîne û wê li dijî tevgera Tirkiyê li Lîbyayê raweste.
Li aliyeke din tê payîn ku sibe parlamana Tirkî rûniştineke taybet pêk bîne ji bo erêkirina şandina leşkerên Tirk li Lîbyayê.