Teqînên Qamişlo “fermana pêkanîna êrîşan ji Tirkiyê hatiye”

Kesên teqînên Qamişlo pêk anîne, di destê Asayîşê de ne.
Ew li xwe mikur hatin ku, fermana pêkanîna êrîşên beombeyî ji hindirê Tirkiyê hatiye dayin..
Her wiha dibêjn “têkliyeke xurt navbera teqîn û êrîşên Dewleta Tirk li ser herêmê heye”

11 Mijdarê û di encama 2 teqînan de, 5 sivîl şehîd û bêhtirî 40 jî birîndar bûn.

Asayîşê wê demê ragihand ku, wan kesên sûcdar girtine û lêpirsîna xwe didomînin.

Ajansa Hawarê herî dawî mikurhatinên wan çeteyan weşand ku tê de piştperdeya van êrîşan eşkere dike.

ANHA’yê diyar kir ku, herçar çete “Ebû Mihemed El-Iraqî, Ehmed Casim El-Mustefa, Udey Radî El-Ebas û Emar Casim El-Ehmed” ên di bin navê şaneya “Ebû Mihemed El-Iraqî” de tevdigeriyan, teqîn pêk anîne.

Endamên şaneyê mikur hat ku, berpirsê avakirina şaneyên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûrî, “Ebû Hesen El-Tirkî” ê li Tirkiyê ferman daye da ku ewlehiya bajarên sereke têk bibin û sivîlan aramnc bigirin.

Di nava mikurhatinên xwe de, eşkere kirin ku, têkiliyeke xurt navbera pêkanîna teqînan û destpêkirina êrîşên Dewleta Tirk li ser herêmê heye.

Li gorî gotinên wan erebe û motorskilêt li hindirê Qamişlo hatine bombekirin.

Ew alav ji gundên Başûrê Tirbspiyê bi riyên ax derbasî bajarê Qamişlo kirine û li taxa Suryan bombe kirine.

Her wha dixwestin teqînan li pêşiya “Xwaringeha Omerî” ya konala Munîr Hebîb pêk bînin, lê belê ji ber qedexeya ku Asayîşê li wir daniye, plana xwe guhertin û li Kolana Wehedê pêk anîn.

Piştî herdû teqînan, Hêzên Asayîşê motorsikilêetekî wan bê bandor kirin û ew girtin.

Berî çend rojan, malpera Nurdic Monitor a Swêdî eşkere kir ku, di nav de teqîna sala 216’an a li taxa Xerbî ya Qamişlo, agahiyên Tirkiyê ji hemû teqîn, êrîş û tevgera şaneyên vaşartî yên DAIŞ’ê li herêmê heye.

Leave a Reply

Back to top button