Trump budceya 2020’an îmze kir û ceza li Tirkiyê sepandin

Serokê Emerîka Donald Trump, budecya wezareta parastinê ya sala 2020 erê kir.
Li gorî vê, êdî firotina balafirên F35 ji bo Tirkiyê hatin qedexekirin û ceza li xeta Gazê ya “Turk Akim” hatin birîn.

Piştî erêkirina Kongresa Emerîkî ji budecya wezaeta parastinê ya ku ji 738 Milyar Dolar pêk tê, Trump jî îmzeya xwe avêt binê wê.

Li gorî madeyên wê, ji ber kirîna Tirkiyê ji pergala S 400 re firotina balafirên F35 ji bo Tirkiyê re hat qedexekirin.

Di heman demê de, ji ber projeya vehuhestina gaza Rûsya di ser Tirkiyê re, ceza hatin sepandin û bi taybet keşteyên di vê projeyê de dibin hedefa cezayan.

Serokkomarê dewleta Tirkiyê Erdogan jî doh li Malezya gef li Emerîka xwar û got:

Emê li hemberî van cezayan bêdeng ne mînin û emê jî emerîka ceza bikin.

Leave a Reply

Back to top button