Navçeya Sûrê ya Amedê cara sêyemîn hate dagirkirin

Li Bakûrê Kurdistan êrişên qirkirina Siyasî û desteserkina şaredariyan didome.
Hikûmeta faşîst û qirker AKP’ê ku navçeya Sûr a Amedê xirakir û komkujî pêk anî vê carê jî vîna gel xesp dike.
Dewleta Tirk a faşîst careke din şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê dagir kir.

Hevşaredarên navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr ên ku duh bi îdîaya lêpirsîna derbarê wan de hatibûn binçavkirin, bi fermana Wezareta Karê Hundir ji wezîfeyê hatin dûrxistin, di dewsa wan de qeyûm hate şandin.

Li şûna Hevşaredar Fîlîz Buluttekin, Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî yê ku pir zimanî ji holê rakir û 152 milyon lîreyê Tirk deyn ji şaredariya Sûrê re hiştibû, dîsa hat erkdarkirin.

Ev cara sêyemîn e ku şaredariya navçeya Sûrî ya Amedê tê dagirkirin.

Bi yên dawî re heta hikûmeta faşîst a AKP’ê nêzî 35 şaredariyên HDP’ê dagir kirin.

Leave a Reply

Back to top button