Jinên Emerîkaya Latîn: Pêwîstiya me bi têkoşîneke hevpar heye

Li bajarê Elmanya Berlînê di civînekê de li gel jinên Emerîkaya Latîn, li ser Jineolojî û Pêşniyarên Tevgera Jinên Kurd a li ser Konfederaslîzma Demokratîk a Gerdûnî nirxandin hatin kirin.

Civîn 2 rojan dewam kir û ji 9 welatên weke Kolombiya, Venezûela, Nîgara-gûwa, Ekvador, Şîlî, Aragoy a Spanya, Bask û Kurdistanê jin tevlî bûn.

Di civînê de li ser mijarên jinêolojiyê û pêdiviyên sereke yên têkoşîna jinan guftugo hatin meşandin.

Jinan diyar kirin ku hêzên hegemon di şexsê jinê de hemû kiryarên xwe li ser civakê ferz dikin.

Beşdarên civînê girîngiya têkoşîna hevpar ya jinan anîn ziman û destnîşan kirin ku divê jinên Kurd û jinên Emerîkaya Latîn têkoşîna xwe bikin yek.

Jinên Emerîkaya Latîn pêşnûmeya Tevgera Jinên Kurd a li ser Konfederalîzma Demokratîk a Jinê ya Gerdûnî jî weke manîfosteya çareserkirina pirsgirêkên civakê nirxandin.

Dawiyê de beşdarên civînê biryar girtin ku ji bo piştevaniya Emerîka Latîn-Kurdistanê li Berlînê komeke ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button