Qibris, Yunanîstan, Misir û Îsraîl li dijî Tirkiye wê planekê ragihînin

Qibris, Misir, Yunanîstan û Îsraîl li dijî peymana dewleta tirk a bi hikumeta Serac re, li ser planeke nû ya li Derya Spî dixebitin.

Serokomarê Qibrisê  Nikos Anastasiadis ragihand ku li dijî peymana dewleta tirk a bi hikumeta Serac re, wan bi Misir, Îsraîl, Yunanîstan û Lûbnanê re dest bi xebateke dîplotamatîk kiriye.

Nikos diyar kir ku ew gavên bên avêtin, ne di aliyê leşkerî, wê di aliyê qanûnî de bin.

Berdevkê serokkomariya Qibrisê jî da zanîn ku roja Înê serokkomarê Qibris û serokwezîrê Îsraîl Benyamîn Netenyahu bi telefonê axivî ne û gihaştine encamekê û wiha got:

Netenyahu xwest ku bi awayekî lezgîn, di navbera Îsraîl, Qibris û Yunanîstanê de peymana gaza xwezayî were muhrkirin.

Yunanîstanê jî ji ber grava Giritê û 12 gravên din daxwaza mafê xwe kir û li NY’ê giliyê dewleta Tirk kir.

Leave a Reply

Back to top button